• Thursday, 19 February 2026
logo

NY hêviyek ji aliyên siyasî yên Tirkiyê xwest

Gulan Media November 3, 2015 Nûçe
NY hêviyek ji aliyên siyasî yên Tirkiyê xwest
Cîgirê Berdevkê Neteweyên Yekbûyê Ferhan Heqî hêviyek xwest ji aliyên siyasî yên ku di hilbijartinên Tirkiyê de serkeftin ku kar li ser pêşxistina demokrasiyê bikin.

Ferhan Heqî duhî di bersiva pirseke Rûdawê derbarê helwesta NY li ser hilbijartinên Tirkiyê yên ku pêr lidar ket de, ragihand: “Em hêvîdar in ew aliyên ku serkeftin, kar li ser pêşxistina demokrasiyê bikin.”

Heqî derbarê Tirkiyê de wiha jî got: “Em daxwaz dikin hemû welat bi taybetî welatên Ewropa alîkariya Enqerê bikin di rûbirûbûna kirîza koçber û penaberan de.”

Roja 1ê Mijdarê hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyê birêve çû, piştî belavkirina encamên ne fermî diyar bû ku Partiya Dad û Geşedanê (AKP) bi %49.41ê dengan dikare bi tena serê xwe hikûmetê pêk bîne. Herwiha dengên CHP: 25.38, MHP: 11.93 û HDP: 10.71 wisa ne.

Rudaw
Top