• Thursday, 19 February 2026
logo

Demîrtaş: Me tenê hewl da em gel ji qetlîaman biparêzin

Gulan Media November 2, 2015 Nûçe
Demîrtaş: Me tenê hewl da em gel ji qetlîaman biparêzin
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş got, hilbijartineke wekhevî di holê de nebû û wan tenê gel ji êrişan parastine.


Hevserokên HDPê Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag derbarê encamên hilbijartinên îro de daxuyaniyek dan.

Selahattin Demîrtaş da zanîn ew dê paşê nirxandineke berfireh bikin û wiha got: “Di holê de hilbijartineke wekhev tune bû. Bila ti kes kêmasiyan ne nêre, me kampanaya birêve nebir lê dîsa ji sedî 11 deng wergirtin. Me tenê hewl da em xortên xwe ji qetlîaman biparêzin û me kampanya birêve nebirin.”

Demîrtaş anî ziman ew ji bû beşdarbûna zêde keyxweş bûne û wiha domand:

“Me rêz ji iradeya dengdêran re girt û me ji hemû aliyan ev yêk hêvî dikir. Di holê de hilbijartinek wekhevî nebû. Xwedê neke heger partiyeke din rastî wan êriş û qetlîaman hatiba, dê ji holê bihata paqijkirin. Lê disa gel em kirin partiya seyemîn û em sipasiya wan dikin.”

Rudaw
Top