Parlamentoya Kurdistanê: Hêvîdar in ev hilbijartin bibe deriyek bo gelê kurd li Bakur
Ceifer Êminkî ku di heman demê de Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye derbarê hilbijartinên Tirkiyê de ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Demokrasî û ew hilbijartinên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê birêve diçe bo me pir girîng in.”
Êminkî wiha got: “Em dilxweş in ku ew pêvajo bi hêminî û bê ti pirsgirêk û bi azadî birêve diçe, da ku ew ezmûna wan, ku nikarîn hikûmetê pêk bînin, dubare nebe, herwiha encam wiha bin ku hikûmetekî bihêz pêk were. Ew yek ji bo me pir girîng e.”
Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê wiha domand: “Em hêvîdar in ku ev hilbijartin bibe deriyek bo gelê kurd li Bakurê Kurdistanê ku di nava asayiş û aramiyê de bijîn û dawî bi şer were, herwiha pêvajoya aştiyê bi dawî were.”
Rudaw
