• Thursday, 19 February 2026
logo

HAK-PARê dengên xwe duqat zêdekirin

Gulan Media November 1, 2015 Nûçe
HAK-PARê dengên xwe duqat zêdekirin
Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) li gorî encamên hilbijartinên 7ê Hezîranê di hilbijartinên 1ê Mijdarê de dengên xwe du qat zêde kir.

Cîgirê Giştî yê HAK-PARê Arif Sevinç ji Rûdawê re diyar kir, partiyan wan li gorî encamên hilbijartinên 7ê Hezîranê di hilbijartinên îro de dengên xwe du qat zêde kirin.

Arif Sevinç ragihand, wan ti alîkarî ji xezîneyê wernegirtinê, lê dîsa dengên xwe zêde kirin û wiha got: “Ev deskeftiya me bidest xistî, ji bo paşerojê ji me re bû hêvî.”

Sevinç derbarê kêmkirina dengên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de jî wiha got: “Dengdêran peyama ku ew êdî şerî naxwazin û bila çek ji holê rabin dan HDP û PKKê.”

HAK-PARê di hilbijartinên 7ê Hezîranî de 58 hezar û 930 deng standibû û di hilbijarinên îro de jî 109 hezar û 692 deng wergirt.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Fehmî Demîr 25ê Cotmehê di qazeyekê ya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû.

Rudaw
Top