Namzedê HDPê yê Amedê: Dengên HDP dê vê carê ji %15 zêdetir bin
Îro li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên giştî dest pê kir. Li bajarê Amedê jî ku dengdan ji saet 07:00 ve dest pê kiriye, didome.
Namzedê HDPê yê Amedê Idrîs Balûken, piştî ku dengê xwe avêt sindoqê, ji rojnamevanan re axivî û bersiva pirsên wan da.
Balûken diyar kir ku hilbijartina îro hilbijartineke dîrokî ye û got, heta niha li Amedê dengdan di rewşek baş de pêşve diçe li navçeyên Baxlar û Sûrê, hêzên ewlehiyê astengiyê li pêşiya welatiyan derdixin û nahêlin dengên xwe bidin.
Idrîs Balûken da zanîn ku wan bi belge ew binpêkirin tomar kirine û dê radestî rayedarên Komîsyona Hilbijartinan bikin.
Li ser rêjeya dengên HDPê jî Balûken got, li gorî rapirsiyên ku me kirine dengên HDPê dê derdora %15.5 be.
Rudaw
