Kurdistan 24 dest bi weşanê kir
Dezgeha Ragehandin û Lêkolînê ya Kurdistan24 (K24) dest bi weşanê xwe kir.
Doh Şemiyê, 31ê Cotmehê, demjimêr 20:00 bi dema Hewlêrê, televîzyona Kurdistan24 ku yek ji weşanên Dezgeha Ragehandin û Lêkolînê ya Kurdistan24 e, bi bulteneke nûçeyan dest bi weşanê kir
Li gordaxuyaniya malpera K24 dê ev weşana televîzyona Kurdistan24 dê bo heyama 2 mehan dê bi awayek ezmûnî “test” be.
Kurdistan 24, projeyeke ragehandinê ye û bi hevkarî û hevahengiya televîzyona (France24) hatiye damezrandin û sûd ji ezmûna wê kenala cîhanî wergirtiye. Kenal dê têkel be ji nûçe û bernameyan, taybetmendiya bernameyan jî ew e ku kurt, têrwate û pirreng in.
Basnews
