Koşka Sipî şandina hêzê bo Rojavayê Kurdistanê bi fermî ragehand
Berdevkê Fermî yê Koşka Sipî Josh Arnaist tekez kir ku Amerîka biryar daye ku hêzêek taybet bişîne Sûriyê, berî niha ew nûçe ji aliyê çend berpirsekî Amerîkî hatibû ragehandin, lêbelê Koşka Sipî bi fermî ev nûçe ragehand û tekez kir ew hêz dê karê şêwirmendiya leşkerî ye bo hêzên li dijî DAIŞê.
Josh Arnaist di kongirekî rojnamevanî de got: “Amerîka dê kêmtir ji 50 efserî bişîne navçeyên di bin kontirola Kurdan de, ew hêz dê rolek mezin bilîze.”
Herwiha navborî got: “Naveroka sitratîciya Amerîka li dijî DAIŞê pêktê ji alîkariya ew hêzên ku li ser erdê hen.”
Di heman demê de Siyasetmedarê Amerîkî bilind yê berê Retshard Has ragehandiye ku şandina hêzê ji aliyê Amerîka bo Sûriyê wî welatî dabeş dike bo 6 navçeyan navçeyekê jê bo Kurdane. Herwiha gotiye: “Şandina hêzek Amerîkî bo Sûriyê guhertinek bigehîniye di siyaseta Amerîka de.”
