• Thursday, 19 February 2026
logo

Kiliçdaroglu: PKK ne bes bû DAIŞ jî anîn

Gulan Media October 30, 2015 Nûçe
Kiliçdaroglu: PKK ne bes bû DAIŞ jî anîn
Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu got, PKK ne bes bû, AK Partiyê, DAIŞ jî kire bela serê Tirkiyeyê.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di çarçoveya xebatên hilbijartinên 1ê Mijdarê de li navçeya Bergamayê ya Îzmirê beşdarî mîtînga partiya xwe bû tê de gotarek pêşkê kir.

Kemal Kiliçdaroglu ji beşdarbûyên mîtîngê re got, divê em ji xwe bipirsin çima bûyerên terorê piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê destpê kirin.

Kiliçdaroglu anî ziman, ji ber ku welatiyên Tirkiyeyê 400 parlementer nedan AK Partiyê, wê dest bi şer kir û got ku polîtîkaya AK Partiyê li ser vê bingehê ye.

Serokê Giştî yê CHPê wiha got: “Bela PKKê ne bes bû, DAIŞ jî kirin bela serê me. Min ji wan re got. Ev polîtikaya Sûriyeyê şaş e. Hûn çima misilmanî diberdî misilmanan. 12 hezar zarok li wir mirin. Hûn ji Tirkiyeyê çekan dişînin. Çima?

Rudaw
Top