• Thursday, 19 February 2026
logo

Rûsya: Divê kurd û Artêşa Azad jî tevlî hevdîtinên Sûriyeyê bibin

Gulan Media October 30, 2015 Nûçe
Rûsya: Divê kurd û Artêşa Azad jî tevlî hevdîtinên Sûriyeyê bibin


Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov diyarkir ku, me lîsteyek mixalifan ku divê tevlî hevdîtinan bibin amade kiriye.

Li gor nûçeya Spûtnîkê Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov diyarkiriye ku, wan lîsteyek mixalifan ku divê ew jî tevlî hevdîtinên ji bo Sûriyeyê bibin amade kiriye û divê hêzên kurd û Artêşa Azad jî tevlî van civînan bibin.

Bogdanov di berdewamiya axaftina xwe de gotiye, wan lîsteyeke ku 38 kesan pêk dihat pêşkêşî civînê kiriye û Siûdiyan jî lîsteya xwe peşkeş kiriye, Amerîkayê jî gotiye em ê jî pêşkêş bikin.

Bogdanov herwiha bal kişandiye ser mixalifan û gotiye: ‘’Ya rastî em baş nizanin kî Artêşa Azad birêve dibe, ji bo vê nayê fêhmê bê kî wê rêxistinê temsîl bike. Lê wekî rêxistin divê tevlî hevdîtinan bibe. Û divê hêzên kurdan jî tevlî bibin.’’

Basnews
Top