• Thursday, 19 February 2026
logo

'Eger kurd nebin AK Partî nabe desthilatdar'

Gulan Media October 29, 2015 Nûçe
'Eger kurd nebin AK Partî nabe desthilatdar'
Parlamenterê AK Partiyê yê Şirnexê yê berê Dr. Mehmet Emin Dindar got, eger kurd dengeên xwe nedin AK Partiyê dê nekare bibe desthilatdar.

Îşev 29ê Cotmehê Parlamenterê AK Partiyê berê Dr. Mehmet Emin li studyoya Rûdawê ya li Amedê beşdarî bernameya taybet bi hilbijartinên Tikriyeyê ya televizyona Rûdawê bû.

Mehmet Emin Dindar di bernameyê de li ser hilbijartinên parlamentoya Tirkiyeyê ên 1ê Mijdarê axivî.

Dindar anî ziman AK Partî bê kurdan nikar bibe desthilatdar û wiha got: “Heta ku kurdên Bakurê Kurdistanê dengên xwe nedin Davutoglu ew dê nikare bibe desthilatdar.

Dindar diyar kir Serokê Giştî yê AK Partiyê Ahmet Davutoglu berê xwe dayê dengên nijadperestên tirk û derbarê wî de got, kiryar û gotinên wî ji hev dûr in.

Di bersiva pirsa pêşkekara Rûdawê de ya “Gelo projeya AK Partiyê ji bo vegerandina aştiyê çiye?” wiha bersivand:

“Me hêvî dikir ku Serokomar Erdogan li kurdên Sûriye, Irak û Tirkiyeyê xwedî derbikeve. Ji ber ku dema çekan û şerî boriyê divê Davutoglu bo demokrasiyê gavên baş bavetiya. Êdî ne kurd û ne tirk jî şerî û çekan naxwazin.”

Parlamenterê AK Partiyê yê berê herwiha anî ziman Davutoglu gefan li Kurdan dixwe û got ew zerare didin kurdên bêçek û sivîl.


Dindar ragihand zehmet e ku AK Partî li bajarên kurdan dengê xwe zêde bike.

Rudaw
Top