Heyeteke Almanî serdana hêzên pêşmerge kir
Heyeteke Almanî serdana hêzên pêşmerge li Naweranê kir.
Duh heyeteke Almanî bi Serokatiya berpirsê komîteya mafên mirovan ya Almaniyayê serdana hêzên pêşmerge li Naweranê kir û ji aliyê berpirsê Naweranê Serbest Tirwanişî ve hate pêşwazîkirin.
Pişt re di civînekî de behsa rewşa eniyên şerê dijî terorîstên DIŞIê û serkeftinên hêzên pêşmerge yên li hember terorîstan hate kirin.
Heyeta Almanî eşkere kir ku serkeftinên hêzên pêşmerge bûne sedema dilxweşiya tevahiya me û hêzên pêşmerge di şûna tevahiya hêzên azadîxwaz yên cîhanê de şerê dijî terorê dikin.
