Gûl: Hebûna HDP li parlemanê erênî ye
Serokomarê berê yê Tirkiyê û damezrênerê Partiya Dad û Geşedanê AKP`ê Ebdula Gûl ragihandiye ku hebûna Partiya Demokat a Gelan HDP li parlemanê erênî ye.
11. Serokomarê Tirkiyê Ebdula Gûl ji rojnameya Financial Times a Birîtanî re derbarê hilbijartinên 7 hezîranê û ketina HDP`ê di parlemantoya Tirkiyê de bi erênî wesif kir û got: Serkeftina HDP û hebûna wê di parlemana Tirkiyê de ez bi erênî dibînim.
Ebdula Gûl got: Her tim min çareserkirina pirsgirêkan bi dûrxistina partiyan na belku bi pêdiviya pêwendiyên li gel partiyan bawer kiriye.
Xendan
