• Thursday, 19 February 2026
logo

Hêzên ewlekariya Îranê 2 ciwanên Kurd qetil kirin

Gulan Media October 29, 2015 Nûçe
Hêzên ewlekariya Îranê 2 ciwanên Kurd qetil kirin

Du ciwanên Kurd ên xelkê bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê, li ser riya Bîcar û Zîncanê, jiber karê qaçaxî bi guleya hêzên ewlekariya Îranê hatine qetil kirin.

Li gor zanyariyan, hêzên ewlekariya Îranê beriya çend rojan, li ser riya Bîcar û Zîncanê, di otomobîlek bahilgir de gule berdane du ciwanên Kurd û ew kuştin.

Li gor agahiyan herdu ciwan jî xelkê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê ne. Navên wan Mensûr Ebasî(25) û Feremerz Reşîdî (28) ye. Herdu ciwan jiber karê kaçaxçitiyê hatine qetilkirin.

Lê heta niha derbarê kuştina herdu ciwanên Kurd de di medya Îranê de ti zanyarî nehatine belav kirin.
Top