Îran: Emê başdarê civîna Viyanayê bibin
Berdevkê Wezareta Derve yê İranê Merziye Afham ragehand ku dê Wezîrê Derve Muhammed Cewad Zerîf beşdarê civîna derbarê Sûriyê de ya li Viyanayê bibe.
Li gor nûçeya ajansa ISNA’yê Afham, ragehandiye ku dê Wezîrê Derve Zerîf û cîgirên wî Ebbas Arakçi û Macid Tahti Revançi beşdarê civîna li paytexta Avûstûrya Viyanayê ya derbarê Sûriyê de bibin.
Cîgirê Serokê Komîteya Ewlekarî û Polîtîkayên Derve y3e Parlamena Îranê Husên Subhaniye jî gotibû ku dê tekez Îran beşdarê vê civînê bibe.
Subhaniye diyar kiribû ku dê karîgeriyek mezin ê vê civînê li ser dahatûya Sûriyê bibe û gotibû, hejmûna Îranê di herêmê de gelek e û dikare têkariyê bike li ser çareseriya Sûriyê.
Di civîna 23’ê mehê ya li Viyanayê ya di navbera DYA, Rûsya, Tikriye û Siûdiyê de Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxwaz kiribû ku Îran û Misir jî beşdarê civînên derbarê Sûriyê de bibin.
Basnews
