• Thursday, 19 February 2026
logo

Daxuyaniya KCKê li ser hilbijartinên Tirkiyê

Gulan Media October 29, 2015 Nûçe
Daxuyaniya KCKê li ser hilbijartinên Tirkiyê
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser ewlehiya hilbijartinên Tirkiyê ragihand, ew dê berî hilbijartinan, roja hilbijartinan her wiha piştî hilbijartinan dê bi berpirsiyarî hereket bikin.


KCKê di daxuyaniyeke nivîskî de li ser ewlehiya hilbijartinên 1ê Mijdarê yên Tirkiyê û şerê li Bakurê Kurdistanê ragihand, piştî ku ji derve û hundir bang li KCK û hikûmeta AKPê hat kirin ji bo sekinandina şer, KCKê bêçalaktî ragihand lê hikûmeta AKPê li ser şer û êrişan îsrar kir û dike.


Li ser ewlehiya hilbijartinên 1ê Mijdarê jî KCKê ragihand, ji bo ku hilbijartin bi awayekî tendurist bên kirin çi ji destê wan tê dê bikin. Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:


“Pêwîst e raya giştî zanibe ku beriya hilbijartinê, roja hilbijartinê û piştî wê emê bi berpirsyarî tevbigerin û ji bo ku hilbijartin bi awayekî bi tendurist pêk bên emê baldariya ji destê me bê, bikin. Em bawer in ku gelê me û raya giştî dê li hember êrişan hişyar bin.”


KCKê ji 10ê Cotmehê ve “bêçalaktî” ragihandiye.

Rudaw
Top