Pilana Amerîka ya nû: RRR
Tenê piştî 3 hefteyan ji destêwerdana Rûsya di Sûriyê de û şandina hêzeke bejayî bo wî welatî, Wezareta Bergiriyê ya Amerîka (Pentagon) pilaneke nû bo şikenandina DAIŞê danî, ew jî ji tirsa ku Rûsya serkirdatiya şerê li dijî terorê jê bistîne. Armanca wê pilanê ew e ku rola Rûsya û Îranê li Rojhilata Navîn lawaz bibe.
Wezarê Bergiriyê ya Amerîka Ashton Carter û Fermandarê Desteya Erkanên Hevbeş a Hêzên Amerîka Joseph Dunford li pêşiya Lêjneya Xizmeta Leşkerî ya Kongreya Amerîkayê, daxuyanî li ser stratîjiya welatê xwe di şerê li dijî DAIŞê de dan.
Joseph Dunford li wir wiha got: “Em rê nadin Rûsya ku bandoreke nerênî li ser hêzên dijbereya Sûriyê çêbike.”
Herwiha Ashton Carter rola Hêzên Pêşmerge û YPGê di şerê li dijî DAIŞê de bilind nirxand û ragihand: “Me alîkariyên leşkerî dane Pêşmerge û PYDê. Bexda ti astengî li pêşiya şandina wan alîkariyan bo Pêşmerge dernexistiye.”
Carter stratîjiya welatê xwe ya nû bi RRR binav dike:
(R) yekem: Bajarê Reqa yê Sûriyê ye. Amerîka pilanek daniye bo operasyonekê li dijî paytexta DAIŞê. Di vê operasyonê de hêzên kurdî û erebî yên ku li dijî DAIŞê şer dikin dê beşdar bin û niha ew hêz tenê 40 km dûrî reqa ne. Herwiha ji asman ve dê balafirên Amerîka li cih û navendên wan bidin.
(R) duyem: Bajarê Rûmadî yê Iraqê ye. Li gorî ew pêşniyarên ku Pentagon ji îdareya Obama re amade kiriye, pêwîst e êrişên ser DAIŞê li Rûmadî zêdetir bibin û ew bajêr ji destê DAIŞê bê derxistin. Ji bo vê mebestê jî alîkariyên bo hêzên Iraqê û milîsên eşîran zêdetir bibin, bi vî awayî jî, çekdarên DAIŞê di Mûsilê de asê dimînin.
(R) sêyem: (Raid) wate pêkanîna operasyonên taybet ên îstixbaratî û leşkerî li dijî DAIŞê mîna operasyona ku li Hewîce pêk hat. Armanca sereke ji van operasyona ne rizgarkirina dîlên destê DAIŞê ye, lê belê girtina berpirsên DAIŞê ye.
Rudaw
