Esed nameyek arasteyî Fûad Mesûm kir
Li gorî daxuyaniyek Serokatiya Iraqê, îro 27 Cotmehê Serokomarê Iraqê Fûad Masûm li koşka Selam pêşwaziya Balyozê Sûriyê li Iraqê Cedan Dondeh kiriye, ku nameyek ji Serokê Rêjîma Sûriyê Beşar Esed bi xwere ji Serokomarê Iraqê re aniye, bi boneya cejna Qurbanê arasteyî Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm kiribû.
Di daxuyaniyê de hatiye ku Serokomarê Iraqê Fûad Masûm di civînê de tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên herdu wealtan kirye, bi taybet ku herdu welat cîranin, Masûm tekez kiriye ku divê ev pêwendî di warê civakî û aborî de xurt bibin bi şêweyê ku berjewendiyên herdu gelên bira pêkbîne. Herwiha amaje bi wê yekê kiriye ku kirîza Sûriyê metirsiyê li ser yekperçeyî yaw î welatî dike, lewma divê ev qeyran bi aştî were çareser kirin.
Herwiha Fûad Mesûm hêvî kiriye ku hewldanên navdewletî bo çareskirina kirîza Sûriyê bigên encamekî baş, ku bi aştiyane ew kirî bê çareser kirin, hêvî kiriye jî ku çekdarên DAIŞê li wî welatî bên şikandin û Sûriyê vegere rewşek aştiyane û aram.
basnews
