Obama piştî hilbijartinan diçe Tirkiyê
Serokê DYA’yê Barack Obama dê 14’ê Mijdarê de bê Tirkiyê û beşdarê civîna G20 ya li Antalyayê bibe.
Qesra Spî ragehand ku dê Obama di navbera 14 û 22’ê Mijdarê de serdana Tirkiyê, Filipîn û Malezyayê bike.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê obama li bajarê Antalya ya Tirkiyê beşdarê civîna G20 bibe. Li Filipînê başdarê civîna Civîna Hevkariya Aborî ya Asya Pasifik û li Malezya jî Civîna DYA-ASEAN û Civîna Asya Rojhilat bibe.
Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê roja 1’ê Mijdarê hilbijartinên giştî hene. Lê ji niha ve nayê zanîn ka dê hikûmetek çawa bê damezrandin.
Basnews
