Davutoglu: Me du caran li PYD’ê da
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ragehand ku wan şiyarî daye PYD’ê da ji ava Firadê derbas nekin, ji ber wê jî artêşa Tirkiyê 2 caran li PYD’ê dane.
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu beşdarê bernameyekê televizyona A Haber bû û diyar kir ku artêşa Tirkiyê li şervanên YPG’ê daye.
Davutoglu wiha got: ”Derbarê Sûriyê de Tirkiyê hê jî kartên xwe venekiriye. Divê hemû kes hesabê xwe bike. Tirkiye nebe, pirsa Sûriyê çareser nabe. Me ev tişt ji bo Amerîka û Rûsyayê jî got. Me got dê PYD ji ava Firadê derbas neke. Derbas kirin û me 2 caran li wan da.”
Serokwezîrê Tirkiyê diyar kir ku wan civîna di navbera PYD’ê û rejîma Sûriyê de aşkere kiriye û îdîa kir ku ew hêzên ku di mijara Sûriyê de hesabê Tirkiyê nekin dê serkeftî nebin.
Hêjayê gotinê ye ku doh jî YPG’ê ragehandbû ku artêşa Tirkiyê li ser sînorê Girê Spî du caran sengerên wan gulebaran kiriye.
Basnews
