• Thursday, 19 February 2026
logo

Demîrtaş: Davutoglu tiştekî fêm nake

Gulan Media October 27, 2015 Nûçe
Demîrtaş: Davutoglu tiştekî fêm nake
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş derbarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu de got, ew tiştekî fêm nake.

Hevserokê HDPê Selahattin Demîrtaş di çarçoveya kampanyayên hilbijartinên 1ê Mijdarê de li bajarê Kocealî yê Tirkiyê, beşdarî panele ji aliyê saz û komeleyên sivil ve hatî amadekirin bû.

Selahattin Demîrtaş di civîanê de anî ziman ku serokê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Ahmet Davutoglu, tiştekî fêm nake, û guhdariya kesê li hemberî xwe nake.

Hevserokê HDPê herwiha got ku dema Davutoglu Wezîrê derve yê Tirkiyê bû, siyasetên wî yên şaş ti dostek ji Tirkiyê re nehiştin.

Demîrtaş behsa wê yekê jî kir ku beşek ji berpirsyaretiya rewşa Sûriyê ya niha dikeve di stûyê Davutoglu de.

Rudaw
Top