• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Efrîn yekemîn zanîngeh li Rojavayê Kurdistanê vebû.

Gulan Media October 27, 2015 Nûçe
Li Efrîn yekemîn zanîngeh li Rojavayê Kurdistanê vebû.


Komîta Perwerde û Xwendinê li Herêma Efrînê di rêwresmekî fermî de yekemîn zanîngeh li Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê birêvebirin, hate vekirin bi navê Zanîngeha Efrîn.

Li gorî Ajansa Hawar, nûnerên Rêveberiya Xweser û hejmarek ji rewşenbîr û kesayetiyên herêma Efrînê di vê merasîmê de amade bûn.

Cîgira Serokê Zanîngehê Nûrsan di gotarekê de got: “Ev znîngeh berhemê têkoşîna berdewam a gelê kurd de û dê bibe dergehê zanîn û zanistiyê bo hemû xelkê herêma Efrîn û tevayî Sûriyê.”

Herwiha Rêveberê Peymangehan li herêma Efrînê Mihemed Ala ragehand: “Ev yekemîn zanîngehe di bin sêwana Rêveberiya Xweser de vedibe, em spasya hemû aliyên alîkarî bi me re kirin dikin.”

Ji aliyê xwe ve Endama Komîta Cîbicîkar a TEV-DEM Ilham Ehmed di gotarekê de got: “Di dema ku li hemû deverên Sûriyê şer û pevçûne, herêmên Rêveberiya Xweser di aramî û pêşveçûnê de dijîn, pêşveçûn di hemî aliyan de berdewame û ev zanîngeh yek ji girîngtirîn gavên Rêveberiya Xwesere jibo pêşxistina herêmên di bin deselata Rêveberiya Xwesere de.”

Ilham Ehmed di dawiya gotina xwe de got: “Ez bihêvîme ku xwendevan û mamosteyên zanîngehê bi berpirsiyaretî bi erkê xwe rabin da ku yekemîn zanîngeh bi vî cûreyî li Kurdsitanê serkeftîbe û rewşa herêmê jî pêşve bibin.”

Li gorî ku berî niha jî hatibû ragehandin, 3 beşê xwendinê di vê zanîngehê de hene, Beşê Wêje û Zimanê Kurdî 80 Şagirt di vî beşî de qebûl bûne, Beşê Endezyariya Kehromîkanîk 40 şagirt tê de qebûl bûne, herwiha Beşê Abûrî 40 şagirt tê de qebûl bûne, bi giştî wê 160 şagirt bo vê salê dest bi xwendinê di vê zanîngehê de bikin.

Heta niha pirsgirêk û qeyran xwendin û perwerdeyê li Rojavayê Kurdistanê berdewame di navbera Rêveberiya Xweser û Rêjîma sûriyê de, ji aliyekî din ve jî Rêveberiya Xwesr ji aliyê ENKSê tê tuhemtbar kirin ku dixwazin bi hinceta rêbazên bi zimanê Kurdî îdiyolociya PKKê û fikrê rêberê PKK Ocelan bi xelkên Rojavayê Kurdistanê bidin xwendin û perwerde kirin. Bi tenê zarokên Kurdan bûne qurbaniya vê qeyranê jiber ku sîstema perwerdeyê li gelek deverên Rojavayê Kurdistanê yekcar rawestiyaye.

Basnews
Top