• Thursday, 19 February 2026
logo

Rapirsî: HDP dide pêşiya MHPê û dengên CHPê jî zêdetir dibin

Gulan Media October 27, 2015 Nûçe
Rapirsî: HDP dide pêşiya MHPê û dengên CHPê jî zêdetir dibin
Tenê şeş roj man bo dubarekirina hilbijartina Parlamentoya Tirkiyê. Pêşbîniyên dezgehên rapirsiyê li Tirkiyê amaje didin guherîneke rêjeyî di encama dengan de li gor hilbijartina 7ê Hezîranê.

Rapirsî dibêjin Partiya Dad û Geşedanê ya desthilatdar AKPê dîsa nikare hikûmeta piraniyê pêk bîne. Dengên Partiya Komarî “CHP”ê zêde dibin û Partiya Demokratîk ya Gelan “HDP”ê bi deng û kursiyan dide pêşiya Partiya Tevgera Neteweyî “MHP”ê.

Ji wan 31 partiyên ku beşdarî hilbijartina 7ê Hezîrana 2015an bûbûn, tenê 4 partî gihîştin parlamentoyê: AKP bi rêjeya ji sedî 44.66 (258 kursî), CHP ji sedî 25.13 (132 kursî), MHP ji sedî 16.45 (80 kursî) û HDP ji sedî 12.96 (80 kursî).

Piştî ragihandina encamên destpêkê bi çend demjimêran, amajeyên hilbijartina pêşwext li ser yekem karvedana partiyên siyasî xuya bû. Çimkî AK Partî nikarîbû bi tenê hikûmetê pêk bîne û xalên wê yên nakokiyê bi partiyên din re ji xalên hevbeş bêhtir bûn daku hikûmeta hevpeymanî pêk bînin.

Lewra jî Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan roja 24ê Tebaxa 2015an daxwaz ji Komîsyona Bilind ya Hilbijartinên Tirkiyê kir ku, dema dubarebûna hilbijartinan destnîşan bike. Komîsyona navborî jî biryar da roja 1ê Mijdara 2015 hilbijartin bên dubarekirin. Ji tevahiya 90 partiyên ku li Tirkiyê hene, 29 partiyan biryar daye beşdarî hilbijartinê bibin.

Çar partî digihin parlamentoyê

Ligel derketina gengeşeya hilbijartina pêşwext ji roja piştî hilbijartina 7ê Hezîranê û heta îro, piraniya şîrket û navendên rapirsiyê mijûlî rapirsiyan in. Ew li gor encamên rapirsiyên xwe dibêjin, encamên hilbijartina 1ê Mijdarê ji encamên hilbijartina 7ê Hezîranê cuda nabin. Bi baweriya hemûyan, çar partî (AKP, CHP, HDP û MHP)ê dê bigihin parlamentoyê û hikûmeta piraniyê jî ne pêkan dibînin.

Li gor lîsta ku Rûdawê amade kiriye, ji tevahiya 45 rapirsiyên ku ji hêla şîrket û dezgehên rapirsiyê ji 08.06.2015 heta 15.10.2015 hatine kirin, tenê encamên pênc rapirsiyan dibêjin dê AK Partî ji sedî 44 ji dengan bidest dixe. Herwiha ji nav 17 rapirsiyên derbarê hejmara parlamenterên partiyan, tenê du rapirsî nîşan didin ku AK Partî dikare 276 kursiyan bidest bixe û bi tenê hikûmetê pêk bîne.

AKP li ser 18 kursiyan şer dike

Yek ji sedemên sereke yên dubarekirina hilbijartinê, daxwaza AK Partî ye ku careke din bikare bi tenê bibe desthilatdar. Ji bo vê yekê jî pêwistiya AK Partiyê bi 276 kursiyan heye, lê di hilbijartina 7ê Hezîranê de 258 kursî biribûn. Yanî divê 18 kursiyên zêdetir bîne.

Bi baweriya pispora şîrovekirina rapirsiyan Filiz Aydın Koç, daku AK Partî bikare wan 18 kursiyan zêde bike, dê giraniya xwe deyne ser wan bajarên ku bi hejmareke pir kêm, kursî li berjewendiya partiyên din jidest dan.

Koç ji Rûdawê re got: “AK Partî di vê hilbijartinê de giraniya xwe dideyne ser 18 kursiyan ku 10 kursî ji wan di destê CHPê de ne, 7 di destê MHPê de ne û kursiyek ji wan jî di destê HDPê de ye. Wek mînak, AK Partî bi cudahiya 1000 dengan kursiyek li Samsunê li berjewendiya CHPê winda kir. Li navçeya sêyem ya Stembolê bi cudahiya 3600 dengan li berjewendiya MHPê û li bajarê Wanê jî bi cudahiya 4800 dengan kursiyek li berjewendiya HDPê jidest da.”

Zêdebûn û kêmbûna dengên AK Partî

Di van du hefteyên dawî de, encamên çend rapirsiyan amaje dan zêdebûna dengên AK Partiyê. Şîrketa Metropol di rapirsiya xwe ya dawî de di 21ê vê mehê de, diyar dike ku AK Partî di meha Îlonê de ji sedî 1 û di vê mehê de jî ji sedî 1.5 dengan zêde kiriye û ji sedî 42.5 (261) kursiyan bidest dixe.

Rêveberê Şîrketa Avrasya Kemal Ozkiryaz, encamên rapirsiya dawî ya şîrketa xwe ku di rojên 16-21ê vê mehê de kiriye û 24 hezar û 540 kes tê de beşdar bûne ji Rûdawê re eşkere dike.

Ozkiryaz dibêje: “Dengên AK Partî li herdu navçeyên Deryaya Reş û Anatolya Navîn zêdetir dibin û li wan herdu navçeyan dê AK Partî dengên MHPê ji xwe re bibe. Lê bi giştî AK Partî ji sedî 40.45ê dengên hilbijartinan bidest dixe. Çimkî li hinek herêmên din dê dengan jidest bide.”

Ozkiryaz pêşbînî dike, AK Partî çar kursiyên din jidest bide û 254 kursiyan bibe.

Herwiha Rêveberê Şîrketa Sonar Hakan Bayrakçî, encamên rapirsiya şîrketa xwe eşkere dike û dibêje: “Li gor rapirsiya dawî ya şîrketa me, rêjeya dengên AK Partî ji sedî 40.5 dibe û hejmara kursiyên wê jî di navbera 240-260 de dibe.”

Roja 22ê vê mehê malpera Businessht ku malpereke aborî ya navdar e li Tirkiyê, rapirsiyeke şîrketa Konda belav kir ku wek şîrketa rapirsiyê ya herî cihê baweriyê li ba raya giştî ya Tirkiyê tê naskirin. Li gor rapirsiya şîrketa Konda, AK Partî ji sedî 40.9ê dengan dibe. Lê Rêveberê Şîrketa Konda Bekir Agirdir bêyî ku vê encamê red bike yan piştrast bike, di daxuyaniyekê de ragihand ku, şîrketa wî ti rapirsiyek ji raya giştî re belav nekiriye.

Birina dengên MHPê

Di hilbijartina 7ê Hezîranê de, AK Partî daku bi tenê bibe desthilatdar, stratejiya xwe ya hilbijartinê li ser hîştina HDPê li jêr berbenda ji sedî 10 ava kiribû, lê encaman ew stratejî têk birin. Di 1ê Mijdarê de jî AK Partî heman stratejiyê, lê bi şêweyekî ranegihandî li ser MHPê dide meşandin.

Bi baweriya lêkolînvan û pisporê siyasî Prof. Weysel Ayhan, AK Partî stratejiya xwe ya hilbijartinê vê carê li ser birina dengên MHPê ava dike. Ayhan ji Rûdawê re got: “Ta wê asta ku MHPê li jêr benda ji sedî 10 bimîne, AK Partî siyasetê dike. Bêçaretiya MHPê û serokê wê, rê li ber serketina siyaseta AK Partiyê xweş dike.”

Herdu şîrketên Avrasya û Sonar tekez dikin ku dengên MHPê kêm bûne, lê dûr dibînin ku ew partî di bin bendê de bimîne.
Rêveberê Sonar wiha got: “Rapirsî û lêkolînên me piştrast dikin ku dengên MHPê kêm bûne û kursiyên wê, dê di navbera 79 – 68an de bin.”
Rêveberê Avrasya jî di wê baweriyê de ye ku, “Siyaseta Dewlet Baxçelî alîgirên wê partiyê bêhêvî kirine, ku şikestina MHPê pir bilez e. Li Deryaya Reş û Anadol dengên wê dê ji AK Partî re biçin, li derdora Deryaya Spî jî dê dengê wê ji CHPê re biçin. Lê ez bawer nakim ew partî di bin benda hilbijartinan de bimîne.”

Dengên CHPê zêde bûne

Encamên rapirsiyan derbarê dengên AK Partî neyek in, hin dibêjin dengên wê dê bilind bibin û hin jî dibêjin dê kêm bibin, lê derbarê dengên CHPê de hemû hevnêrîn in ku, deng û kursiyên wê dê zêde bibin. Li gorî rapirsiyeke malpera Businessht, ku nehatiye piştrastkirin, CHPê dê di van hilbijartinan de % 30 derbas bike.

Parlamenterê AK Partî û nûnerê bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê Mezher Baxlî, pêşbînî dike ku dengên CHPê zêde bikin, lê dibêje, ew partî % 30 derbas nake.

Rêveberê Avrasya dibêje, CHPê dê % 28,22 ji dengan bi dest bîne. Derbarê hejmara kursiyên wê jî ragihand: “Li gorî rapirsiyên herî dawî, CHPê dê 142 kursiyan bi dest bixe, ku dê ji 10 heta 15 kursiyan zêde bike.”

Piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê û ligel serhildana kirîza avakirina hikûmetekê li Tirkiyê, CHP siyasetekî pir liberal û nerim bikar anî. Amadehiya bo pêkanîna hikûmeteke hevpaymanî ligel hemû aliyan nîşan da û guh neda vexwendina Erdogan û neçû qesta wî. Ev tişt bandorê li ser bilindbûna dengên CHPê dike.

Kemal Ozkiryaz ragihand: Di hilbijartinên 7ê Hezîranê de, Kemal Kilicdaroglu wek zilamê dewletê xwe diyar kir, lê Erdogan nikarî wek Serokmar xwe ji siyasetê dûr bike. Li şûna çareseriyê, wek aliyekî pirsgirêkê xwe nîşan da. Valahiyek di kursiyê serokmar de çêbû. Ew jî berevajî Kilicdaroglu ku hewla çareseriyê dida û helwesta wî di meseleya avakirina hikûmeta hevpeymanî de, bû sedem ku dengên CHPê bilind bibin.

HDP % 20

Di hilbijartinên 7ê Hezîranê de, armanca HDPê derbaskirina bendê bû, lê di van hilbijartinên niha de, armanca HDPê ew e ku dengên xwe zêdetir bike. Ligel destpêkirina kampanyaya hilbijartinan, rêjeya dengên wê partiyê bi % 20 hat diyarkirin, lê şîrket û dezgehên rapirsiyan ew yek wek pir zehmet dan zanîn.

Encamên piraniya rapirsiyan amaje bi wê yekê dikin ku, HDP dê disa dengên hilbijartina derbasbûyî bi dest bîne û dibe ku dengên xwe zêdetir jî bike.

Şîrketa Metropoll di rapirsiya xwe ya dawî de pêşbînî kiriye ku HDPê % 13 ji dengan bi dest bîne û bibe xwedî 77 kursî di Parlamentoya Tirkiyê de. Herwiha şîrketa Sonar jî heman pêşbîniyê dike, lê dibêje wê kursiyê wê 80 derbas bike.

Rêveberê Avrasya nêrîna wî ji ya hemû şîrketên din cuda ye û pêşbînî dike ku dengên HDPê derdora % 14 bin û dibêje: “Li gorî rapirsiya me ya dawî dengê wê partiyê dê % 14,17 bin û kursiyên wê jî dê 87 kursî bin. Rast e dê beşek ji dengên HDPê li bajarên tirkan bo CHPê biçin, lê di heman demê de, dê dengê ku ji destê AK Partiyê herin, bigihên HDPê.”

Kemal Ozkiryaz wiha domand: “HDP dê li Enqere kursiyekî ji MHPê bistîne. Li Stenbolê jî kursiyekî ji AK Partî bistîne, herwiha li Hatayê jî kursiyekî ji CHPê bistîne. Li Bakurê Kurdistanê jî, HDP dê li Rihayê 2 kursiyan û li Batmanê kursiyekî zêde bike.”

“Kirîna dengên kurdan”

Di malperên civakî de li Tirkiyê, nûçeya piştgiriya eşîrên kurdan li AK Partî tê belavkirin. Rojnameyek xelkê wê navçeyê jî wê yekê piştrast dike û tekez dike ku wê partiyê hewl daye dengê çend eşîrên kurdan bikire.

Wî rojnamevanê ku ji ber hestiyariya mijarê nexwest navê wî bê belavkirin, ji Rûdawê re ragihand: “Hemû hewlên AK Partî ji aliyê DPB tên pûçkirin, hinek ji wan eşîran pereyan werdigirin, lê soz didin DPBê jî ku ew dengê xwe nadin AK Partî.”

Pro. Weysel Ayhan di wê baweriyê de ye ku ti hêncet nemaye ku bibe sedem dengê AK Partî li Bakurê Kurdistanê bilind bibin, ji ber ku peyama wê partiyê bo kurdan tenê gef e û ji ber siyasetên wê, baweriya kurdan bi wê partiyê nemaye, herwiha AK Partî jî wê yekê baş dizane û destê xwe ji kurdan şuştî ye û niha tenê çavê wê li ser dengderên MHPê ye.

Hikûmeta AK Partî – CHPê

Tevî hêj 6 roj ji hilbijartinên 1ê Mijdarê re mane, lê amaje û rapersî diyar dikin ku dîsa dê pêwîstî bi hikûmeta hevpeymanî hebe. Lewma piraniya aliyan dibêjin AK Partî û CHPê dê bi wê yekê rabin.

Rêveberê Sonar dibîne ku, egera herî bihêz, hikûmeta AK Partî û CHPê ye, ji ber ku AK Parî nikare mercên pêşwext ên MHPê qebûl bike.

Herwiha Rêveberê Şîrketa Nîş, Mesûd Akdax ku şîrketeke rapirsî û lêkolînên aborî ye, bo rewşa niha ya wî welatî hikûmeta AK Partî û CHPê baştirîn bijarde dibîne, ku Tirkiye dikare bi rêya wê hikûmetê qonaxeke baş pêşve biçe.

Mesûd Akdax ji Rûdawê re ragihand: “Tirkiye ti demê nikare bi rêyeke rast û zelal de biçe, lê rêkeftina CHPê ya çep ligel AK Partî ya rast, wî welatî vedigerîne ser rêya rast.”

Rudaw
Top