• Thursday, 19 February 2026
logo

Bexda rezamendî li ser budceya Kurdistanê da

Gulan Media October 27, 2015 Nûçe
Bexda rezamendî li ser budceya Kurdistanê da

Endamê Komîta Darayî di parlemena Iraqê de Mela Qadir Mihemed ragehand ku, hikûmeta Iraqê rezamendiya xwe li ser şandina budceya Herêma Kurdistanê da, lêbelê bi merc.

Mela Qadir Mihemed ji BasNews re ragehand: Jibo nardina budceya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê çend merc danîne, ji wan pêbendbûna Herêma Kurdistanê bi firştina petrolê û radest kirina dahatê firoştina petrolê bo Hikûmeta Iraqê, ku divê rojane herêm tevlî petrola Kerkûkê 550 permîlî bifroşe, ta ku Bexda pişka 17% ji budceya giştî bo Herêma Kurdistanê binêre.

Navborî got: “Heger li ser dema durust Bexda budceya Herêma Kurdistanê bişîne, wê qeyrana niha li Herêma Kurdistanê heye bê çareser kirin.”

Basnews
Top