Piştî hilbijatinan egerên hikûmeta hevpeymanî
Piştî hilbijartina 7ê Hezîranê rewşa ku derkete holê pêwistî bi hikûmetek hevpeymanî anî. Lê ji ber ku partiyan li hev nekirin û hikûmeta hevpeymanî nehate ava kirin, Serokkomarê Tirkiyê Recep Taayyip Erdogan biryar girt ku di 1ê Mijdarê de hilbijartina pêşwext çêbibe.
Partiyên sereke yên Tirkiyê ji bo ku bi tenê karibin bibin hikûmet xebatên xwe dimeşînin. Lê egera hikûmetek hevpeymanî jî di rojeva Tirkiyê de ye.
Serokê Şirketa Lêkolînan SONARê Hakan Bayrakçi ji Rûdawê re diyar kir du eger hene û wiha got:
“MHP bi HDPê re hikûmetê ava nake. HDP jî bi MHPê re nake. AKP û MHP jî çênakin. Ji ber ku şertên MHP derdixe pêş ne li gor hevpeymanê ne. Ji ber wê jî du eger dimînin. Yek jê hikûmeta AKP û CHPê ye. Ya duyemîn jî Serokkomar dikare ji bo meha Nîsanê biryara hilbijartineke din bistîne. Di wê rewşê de dibe ku dengên AKPê kêmî ji sedî 37an be. “
Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmed Davutoglu di daxuyaniyên xwe yên beriya hilbijartina 1ê Mijdarê de îdîa dike ku dê AK Partî careke din bibe desthilatdar. Nivîskarê Rojnameya Sabahê Mahmût Ovûr jî bi heman awayî difikire. Lê dibêje herî zêde AK Partî û CHP dikarin hikûmetek hevpeymanî çêbikin.
Nivîskarê Rojnameya Sabahê Mahmut Ovur jî wiha got:
“Li gor min suprîza vê hilbijartinê dê desthilatdariya bi serê xwe be. Em bibêjin encameke wek hilbijartina 7ê Hezîranê derket holê, di wê rewşê de herî zêde AK Partî û CHP nêzîkî hev in. Lê dê karê vê hikûmetê jî gelek zehmet be. Li gor min ji bo Tirkiyeyê koalisyona herî baş dê ya AK Partî û HDPê ba. Lê HDPê pozîsyona xwe guherand û ji AK Partiyê re deriyê xwe girt.”
Partiya herî zêde li hember hikûmetek hevpeymanî derdiket MHP bû. Lê beriya hilbijartina 1ê Mijdarê diyar dikin ku ew dikarin ji bilî HDPê bi partiyên din re hikûmetekê ava bikin. Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş, di demên dawî de daxuyaniyan dide û dibêje em dikarin li gel AK Partî yan jî CHPê hikûmetek hevpeymanî çêbikin.
Rudaw
