• Thursday, 19 February 2026
logo

Dilek Dogan jiyana xwe ji dest da

Gulan Media October 26, 2015 Nûçe
Dilek Dogan jiyana xwe ji dest da
Keçeka bi navê Dilek Dogan di encama operasyoneke çekdarî ya hêzên ewlekariya Tirkiyeyê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Hêzên polîs û hêzên Antî-Teror ên Tirkiyeyê di derengiya şeva 18ê Cotmeha îsal de li bajarê Stenbolê operasyoneke berfireh li dijî rêxistina DHKP-Cê pêk anîbûn.

Di operasyonê de şer û pevçûnên çekdarî jî derketibû û ji ber wan pevçûnan keçek 24 salî bi nave Dîlek Dogan bi gulleyên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê birîndar bibû.

Hat zanîn ku Dilek Dogan vê êvarê li nexweşxaneya dihat dermakirin jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan piştî mirina Dogan girseyek li ber avahiya Saziya Tipa Dadî ya Yenibosnayê kom bû û ji aliyê din ve polîsan jî derdora saziyê tedbîrên ewlehiyê standin.

Rudaw
Top