• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Amedê di navbera hêzên Tirk û DAIŞê de şer derket: 9 kuştî

Gulan Media October 26, 2015 Nûçe
Li Amedê di navbera hêzên Tirk û DAIŞê de şer derket: 9 kuştî
Li bajarê Amedê, di encama şerê hêzên Tirk û çekdarên DAIŞê de 2 polîs û 7 DAIŞî hatin kuştin, 3 DAIŞî jî bi saxî hatin girtin.

Îro danê sibê li navçeya Kayapinarê ya Amedê, hêzên polîs li dijî çekdar û endamên DIAŞê dest bi operasyonê kirine.

Li gorî medyaya Tirkiyê, li taxa Huzurevlerê ya bajêr dema hêzên polîs ketin malekê, bombeya ku li hewşa malê hatibû danîn bi wan de teqiya.

Li gorî agahiyan, di bûyerê de 2 polîs hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku piştî teqînê di navbera hêzên polîs û DAIŞiyan de şer derketiye. Di şer de 7 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 3 jî bi saxî hatine girtin. Şer û pevçûn hîn jî didome.

Rudaw
Top