• Thursday, 19 February 2026
logo

ALMANYA - Di navbera kurd û tirkan de şer derket

Gulan Media October 26, 2015 Nûçe
ALMANYA - Di navbera kurd û tirkan de şer derket
Li pêşberî konsulxaneya Tirkiyeyê li bajarê Dusseldorf a Almanyayê pevçûn di navbera kurd û tirkan de derket.

Li gor agahiyên Rûdawê, îşev li bajarê Dusseldorf a Almanyayê alozî di navebra alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Tevgera Netewparêz a Tirkiyeyê (MHP) de derket.

Peyamnêrê me li Almanya Zinar Şîno ragihand, aloziya di navbera her du aliyan de li pêşberî konsulxaneya Tirkiyeyê ya li bajarê Dusseldorfê ye û di navbera wan de şer û pevçûn derketiye.

Piştî derketina aloziyan di navbera alîgirên her du aliyan de, hêzên polîs ên Almanya gihîştin ber deriyê konsulxaneya Tirkiyeyê û hewl dan her du aliyan ji hev veqetînin û dawiyê bi aloziyê bînin.

Li gor agahiyên peyamnêrê me, hêzên polîs ên Almanyayê niha nasnmaeyên her du aliyan control dikin û derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.

Rudaw
Top