YPG: Artêşa Tirk êrîşê me kir
YPG’ê diyar kir ku li Girê Spî hêzên artêşa Tirkiyê li hember çeperên wan êrîş pêk aniye û gule berdane şervanan.
Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel bi daxuyaniyekê derbarê êrîşên Artêşa Tirk li herêma Girê Spî zanyarî parve kir.
Li gor daxuyaniya malpera fermî ya YPG’ê di 24’ê Cotmehê de bi şev û 25’ê Cotmehê ber bi sibê arteşa Tirkiyê gule berdane çeperên şervanan ên li ser xeta sînor a Girê Spî.
YPG’ê got: ”Arteşa Tirk di navbera saetên 19.00 û 21.00’an de bi çekên A4, di saetên 02.00 û 04.00’an de jî bi çekên MG3 li hember çeperên hêzên me êrîş li dar xistin.”
Hefteya borî rêveberiya Rojava li Girê Spî Rêveberiya Xweser ragehandibû û ev herêm bi kantona Kobanê ve girêdabû.
Serokomarê Tirkiyê Erdogan jî daxuyandibû ku ew qebûl nakin ku PYD li Girê Spî kantonê ava bike.
Rudaw
