• Thursday, 19 February 2026
logo

Ormiye – Bi fermî daxwaza lêborînê ji wî lîstikvanê kurd hat kirin

Gulan Media October 26, 2015 Nûçe
Ormiye – Bi fermî daxwaza lêborînê ji wî lîstikvanê kurd hat kirin
Rêveberiya Spor û Ciwanan a Ormiyê ragihand, ji ber bê hurmetiya ku li lîstivanê kurd ê tîma Şaredariya Ormiyê hatibû kirin, bi fermî daxwaza lêborînê ji wî hatiye kirin.

Roja 21ê vê mehê li yarîgeha El Xedîr a bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, tîmên valîbolê yên Şaredariya Ormiyê û Banka Sermaye ya Tehranê di çarçoveya yariyên klûbên valîbolê yên Îranê de hatibûn hemberî hev.

Wê rojê, hinek alîgirên tirk-azerî yên tîma Şaredariya Ormiyê, heqaret li xizm û hevalên lîstikvanê kurd ê tîmê Ferhad Pîrûtbûr kiribûn. Sûcê wan mirovên Pîrûtbûr tenê ew bû ku bi kincên kurdî çûbûn yarîgehê!

Bûyera han dengek mezin di nav kurdan de veda û di medyaya civakî de rastî nerazîbûneke mezin hat.

Li ser vê yekê, rêveberê giştî yê spor û ciwanan ê Ormiyê, Ebdullah Çemengolî duh ji malpera nîvfermî ya “kurdpress.com” re got, rayedarên tîma Şaredariya Ormiyê bi fermî daxwaza lêborînê ji Ferhad Pîrûtbûr kirine.

Ebdullah Çemengolî anî ziman ku Waliyê Ormiyê û rayedarên siyasî û civakî yên din ên bajêr jî ji wê bûyerê dilgiran bûne û got, rayedaran soz dane, kesên ku bê hurmetî li xizmên Pîrûtpûr kirine, bên cezakirin.

Lîstikvanê kurd Ferhad Pîrûtpûr, sala 1980 li bajarê Mehabdê ji dayîk bûye û ji sala 2003ê ve ketiye nav spora valîbolê. Ferhad îsal biharê jî bû endamê tîma millî ya valîbolê ya Îranê.

Rudaw
Top