Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo malbata Fehmî Demîr û Serkirdayetiya Hakpar
Ji bo malbata xwedê jê razî Fehmî Femîr û Serkirdayetiya Partiya Maf û Azadiyan
Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya xwedê jê razî Fehmî Demîr Sekreterê Partiya Maf û Azadiyan (Hakpar) gihîşt me ku li rûdanekî diltezîn da roja yekşem 25.10.2015 çû ber dilovaniya xweda. Bi rûdana vê karesatê gelek xemgîn buyîn. Serxweşiyê li we yên birêz û kesukar û endam û alîgirên Hakparê dikin û em hevbeşê vê xema we ne. Ji xwedayê mezin hêvîdarim eve xema we ya dawî bê û xwedê jê razî bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê jî bi me hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25.10.2015
