‘Şandek hikûmata herêma Kurdistanê diçe Bexdayê’
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê aşkere kir ku li gor agahiyên di destê wî de, şandek hikûmeta herêma Kurdistanê bi armanca rêkeftina li ser mijara pirsa petrolê serdana Bexda dikin.
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Asim Cîhad diyar kir ku derbarê niyeta rêkeftina hikûmeta herêmê û hikûmeta navendî de ti zanyariyek li gel wan nîne. Cîhad got: ”Êdî ev pirs, pirsek siyasî ye, ne yê pratîkî.”
Asim Cîhad diyar kir ku piştî hikûmeta herêma Kurdistanê ragehandiye ku dê petrolê bi awayek serbixwe bifiroşin, ew tenê pişta xwe dibestin bi kêlgehên nefta naverast û başûrê Iraqê. Cîhad got; ”Piraniya kêlgehên li naverastê Iraqê jî bi destê DAIŞ’ê hatine xirakirin û ji kar ketine. Jixwe hindek jî di bin destê wan de mane.”
Cîhad got weke alternatîf xeta Kerkûk û Ceyhanê di dest de maye û diyar kir ku di serdana şanda herêma Kurdistanê de wê evmijar jî bê zelal kirin.
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê got bi roxmê hebûne tengezariya aborî ew rijdin li ser pêkanîna planên wezaretê. Cîhad got ew dixwazin heta sala 2020’ê rêjeya hinardekirina petrolê derbixin 6 milyon varîlê.
Basnews
