Stranbêjeke kurd ji ber ku bi kurdi sitra hat kuştin
Stranbêje kurd Abdulselam Atmaca (33) yê bi navê Selim Serhed tê nasin li navçeya Avcilara Stenbolê duh şev di kafeyeke de hat kêrkirin û jiyna xwe ji dest da.
Xebera kuştina Selim Serhed, hevkarê wî Onur Akay di hisabê xwe yê Twîtterê de ragihand.
Onur Akay diyarkir ku, hevalê wî Selim Serhed rastî êrişa kêrê hat û jiyana xwe ji dest da.
Akay di hisabê xwe yê Twîtterê de wiha got: “Ya herî xirab ew e ku li ser dike I bo stranên Kurdî gotiye rastî êrişê hatiye. Halbûkî Serhed her tim stranên aştiyê digot. Xweda sebrê bide malbat û zarokên wî.”
Selîm Serhed li Avcilara Stenbolê li kafeyekê derdiket sehnê û stranên Kurdî digot. Serhed bavê 3 zarokane û bi strana navê aştiyê dihat nasîn.
Hat gotin kesê bi navê Idris G. yê Selîm Serhed kerkirî ji aliyê polîsan ve hat girtin.
Rudaw
