Du namzedên berê yê AK Partiyê niha li dijî wê kar dikin
Namzetên berê yên AK Partiyê Haşîm Haşîmî û Salîm Ensarîoglu, di hilbijartinên 1ê Sermawezê de namzetên serbixwe ne. Her du jî di hilbijartinê de bi dirûşma "çareserkirina pirsgirêka kurd" ji kurdan dengê wan dixwazin.
Namzetê serbixwe Salîm Ensarîoglu dibêje dengên wî yên ku di hilbijartinên 7ê Hezîranê de çûne ji AK Partiyê re ew dê paşve vegerîne û dê bibe parlamenter.
Salîm Ensarîoglu ji Rûdawê re wiha got:
“Piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê me raporek amade kir û ji bo navenda AK Partiyê şand. Me gotibû ji bo ku xwîn bê sekinandin divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were. Ez hê jî di heman baweriyê de me. AK Partî xeletî kir û hêj di van xeletiyan de israr dike. Lê AK Partî ev daxwazên me qebûl nekir. Ji ber van polîtîkayan ez bûm namzetê serbixwe û ez dê dengên xwe yên ku çûbûn AK Partiyê dîsa paşve bistînim.”
Şaredarê berê yê navçeya Cizîrê Haşîm Haşîmî jî diyar dike ku ew li hemberî siyaseta AK Partiyê ya derbarê kurdan de bûye namzetê serbixwe.
Di hilbijartinên 7eê Hezîranê de Haşîm Haşîmî di rêza duyemîn de, Salîm Ensarîoğlu jî di rêza seyemîn de namzetên AK Partiyê bûn. Lê ji ber ku AK Partî li Amedê ji sedî 14 deng wergirtibû, her du jî neçûn parlamentoyê.
Rudaw
