Sefîn Dizeyî daxuyaniya cîgirê serokê parlamentoya Îraqê red dike
Dizeyî dibêje ku, heta niha wext û bernameya serdana şandeya herêma Kurdistanê bo Bexdayê nehatiye diyar kirin û tişta ku heta niha heye herdu aliyan xwesteke xwe ji bona destpêkirina danûstandinan ji bo çareserkirina pirsgirêkan nîşan daye û hert tişta ji vê yekê zêdetir tê gotoin bi tenê gotina saziyên ragehandinê ye:
- Gelek carên din jî birêz Aram şêx Mihemed li ser navê birêz Ebadî ew gotin kirine û ji bo rastî û dirustiya wan gotinan carekê bi tenê jî pirs bi aliyên kurdî nekiriye. Diyare birêz Aram pê xweşe bibe berdefkê birêz Ebadî, ji ber hindê ez ji wî re pêşniyar dikim dest ji posta cîgirê serokê Parlamnertoya Îraqê berde û bibe berdefk û peyvdarê birêz serokwezîrê Îraqê.
