Bexda daxwaza zêdebûna petrolê ji Kurdistanê dike
Endamê parlemena Iraqê li ser lîsat Goran Mesûd Heyder Ristem got: “Nakokiyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê derbarê budceya Herêma Kurdistanê de heta niha nehatine çareser kirin û ti hêvî tine jî ku di demek nêzîk de bêne çareser kirin.”
Di daxuyaniyekê de bo Elmalûma News Mesûd Heyder Ristem ragehand: “Nakokiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqa Fedral de derbarê budceya Herêma Kurdistanê de heta niha nehatine çareser kirin û ti hêvî jî tineye ku di demek nêzîk de jî werin çareser kirin, jiber Bexda berdewam daxwaz dike ku Herêam Kurdistanê petrolê bêhtir bo Bexda bişîne.”
Herwiha navborî got jî: “Pirojeya budceya sala bê pirsgirêkên mezin li ser hene, wê ew piroje bê rewane kirin bo parlemena Iraqê û hîna pirsgirêkên navbera her du aliyan de wek berêne.”
Têzanîn ji sala 2014 de Bexda budceya Herêma Kurdistanê û mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê birî ye, û dema ku pişka Herêma Kurdistanê jî dişîne herdewam kêm dişîne û ew pirsgirêkên navbera herdu aliyan berdewamin û heta niha bê çareserî maye.
Basnews
