Dibistana Kurdî li Nisêbînê hate vekirin
Li navçeya Nisêbînê bi pêşengiya Şaxa KURDÎ-DER'ê û Nûnertiya Egîtîm Senê Dibistana Seretayî ya Ehmet Bayhan hate vekirin.
Di merasîma vekirinê de nûnerê Egîtîm Senê yê Nisêbînê Kadrî Baysal axivî û diyar kir ku vekirina vê dibistanê ji bo Nisêbînê û zarokên Nisêbînê rojek dîrokî ye û pêwîste zarok bi zimanê dayika xwe mezin bibin û perwerdeyê bibînin.
Baysal da zanîn ku ev dibistana wan ne girêdayî tu pergalan e û ew ê bi têgihiştina kurdî li vê dibistanê serdest be.
Baysal anî ziman ku wan li ser nav û bîranîna Ehmet Bayhan ê ku li Amedê mamostetiyê dikir û di 1992’an de ji aliyê hêzên tarî ve hate qetilkirin lê vê dibistanê kirine û got ku Ahmet Baysal jî mamosteyek ji Nisêbînê bû.
Jêder: DIHA - Xendan
