• Thursday, 19 February 2026
logo

Ji ber kincên kurdî, rastî êrişa azeriyan hat!

Gulan Media October 24, 2015 Nûçe
Ji ber kincên kurdî, rastî êrişa azeriyan hat!
Lîstikvanekî kurd ê tîma valîbolê ya Şaredariya Ormiyê rastî heqaret û bêhurmetiya hinek alîgirên tirk-azerî yên tîmê hat. Kurd jî ji yekê nerazî ne.

Roja çarşemiya borî (21ê vê mehê), tîmên valîbolê yên Şaredariya Omriyê û Banka Sermaye ya Tehranê, di çarçoveya lîga klûbên valîbolê yên Îranê de hatibûn hemberî hev.

Di wê yariyê de ku li yarîgeha El Xedîr a bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê hatibû lîstin, tîma Şaredariya Omriyê bi encama 3-1 li tîma din biribû.

Dî vîdyo û dîmenên ku li ser malpera civakî ya Facebookê hatine belavkirin, tê dîtin ku komek alîgirên tîma Şaredariya Omriyê, ku li yarîgehê li yariyê temaşe dikin, bi hawar û qêrrîn û dijûnan heqaretê li xizmekî lîstikvanê kurd ê tîma Şaredariya Ormiyê Ferhad Pîrûtpûr, ku bi kincên kurdî çûbû yarîgehê, dikin.

Li gorî agahiyan, piştî ku Ferhad Pîrûtpûr zanîbû heqaret li xizmê wî hatiye kirin, hêrs bibû û xwestibû girêbesta xwe bi tîmê re betal bike lê lîstikvan û rayedarên tîmê li ber wî geriyabûn û nehîştin tiştekî wisa bike.

Her wiha hat gotin ku rayedarên tîmê û yarîgehê daxwaza lêborînê ji wî lîstikvanê kurd kirine û Qayîmeqamê Ormiyê jî civînek taybet li ser wê bûyerê pêk aniye lê ti daxuyaniyek fermî li ser wê aloziyê nehatiye dayîn.

Ji aliyekî din, welatiyên kurd ên Rojhilatê Kurdistanê li ser malperên civakî li dijî wê heqareta li hember xizmê Ferhad Pîrûtpûr nerazîbûn nîşan dane û gotine, di yariyeke din a tîma Şaredariya Ormiyê de dê hemû bi kincên kurdî biçin yarîgehê.

Rudaw
Top