Heta pirsa Kurdî hebe rewşa Tirkiyeyê aram nabe
Nivîskarê Kurd dibêje heta pirsa Kurdî li Tirkiyeyê neyê çareser kirina rewşa Tirkiyeyê aram nabe.
Nivîskarê Kurd Çeto Ozel di hevpeyvînekî de li gel dengê Amerîkayê eşkere kiriye ku heta pirsa Kurd li Tirkiyeyê neyê çareser kirina vê rewşa Tirkiyeyê aram nebe û dawî bi aloziyên li Tirkiyeyê neyê.
Ozel herwiha eşkere kiriye ku piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê hikûmeta nû li Tirkiyeyê nehat damezrandin lewre hilbijartin hatin dûbarekirin û di yekê Mijdarê de xelk dûbare diçe ser sendoqan.
Ozel anî ziman ku piştî Serokkomarê Tirkiyeyê biryar da ku hilbijartin were dubarekirin aloziyên li Tirkiyeyê zêdetir bûn.
