• Thursday, 19 February 2026
logo

Kerkûk: Êdî em pêbendî biryarên Bexdê nabin

Gulan Media October 23, 2015 Nûçe
Kerkûk: Êdî em pêbendî biryarên Bexdê nabin
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand ku, ew êdî pêbendî biryarên Wezareta Navxwe ya Iraqê nabin.

Necmedîn Kerîm di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Ji îro de em pêbendî biryarên Wezareta Navxwe ya Iraqê nabin, bi taybetî ew biryarên ku girêdayî guhertina berpirsên ewlehiyê yên Kerkûkê bin.”

Kerîm wiha got: “Serokên Lêjneya Ewlehiyê û yê Encumena Parêzgeha Kerkûkê dikarin biryarê li ser guhertina rêvebirê polîsê Kerkûkê bidin, yan her berpirsekî din.”

Parêzgarê Kerkûkê wiha domand: “Dibe ku li Bexdayê biryarên Wezîrê Navxwe werin bicihkirin û desthilata wî li wir hebe, lê li Kerkûkê êdî biryarên wî êdî nayên bigihkirin û pêbendî wan babin.”

Ev gotina Necmedîn Kerîm piştî wê yekê hat ku Bexdayê biryara guhertina hejmarek berpirsên ewlehî û îdarî yên Kerkûkê daye, ku di nava wan de biryara guhertina Rêveberê Giştî yê Polîsî Kerkûkê Cemal tahir hatiye dan.

Rudaw
Top