• Thursday, 19 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî behsa operasyona Hewêce dike

Gulan Media October 23, 2015 Nûçe
Mesrûr Barzanî behsa operasyona Hewêce dike

Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî zanyariyên derbarê operasyona Hewêce de aşkere dike.

Mesrûr Barzanî li ser pêgeha xwe ya twitterê derbarê operasyona Hewêce de dinivise ku di nava 69 dîlên hatine azadkirin de ti Kurdek nîne. Barzanî dibêje: ”Hêzên me yên jêhatî karîne 6 terorîstan destgîr bikin û 20 terorîstên din jî bikujin.”

Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê serxweşî li malbata wî leşkerê Amerîkî jî kir ku di operasiyonê de canê xwe ji dest daye û herwiha hêviya baştir bûnê jî bo pêşmergeyê birîndar xwestiye.

Doh civata ewlekariya Kurdistanê ragehandibû ku bi alîkariya Hêzên Hevpeymanan, Hêzek Dijî Teror li navçeya Hewêce operasyonek taybet encam dane û di encam de 69 dîlên di destê DIŞI’ê de azad kirine.

Top