• Thursday, 19 February 2026
logo

PYDê bo nûneritiyê serledana fermî kir

Gulan Media October 23, 2015 Nûçe
PYDê bo nûneritiyê serledana fermî kir
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah got, li Moskowê ji bo vekirina ofîsa xwe weke fermî serledan kirin.

Hevseroka PYDê Asya Ebdullah ji ajansa Sputnikê ya rûsî re diyar kir, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê plan dike ku li çend welatan nûneriyeke fermî vekin daku bikaribin hinek xebatên hevbeş pêk bînin.

Asya Ebdullah ragihand, wan ji bo hevkariyê xwe ligel Rûsyayê xurt bike li Moskowê ji bo vekirina ofîsa xwe weke fermî serledan kirin.


Ebdullah wiha got: “Amadekarî didomin. Dema ofîs weke fermî vebû dê agahiyên zêdetir bên parvekirin. Em hewl didin hinek welatin din jî ofîsa xwe vekin.”

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn duh li Soçiyê di Civîna Kulûba Valtayê de gotibû, divê hêzên hikûmeta Sûriyê û hêzên kurdî li şerê dijî DAIŞê hev bigrin.

Şanda PYDê bi Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov civiya bûn.

Di vê civîna li Moskowê de, behsa wê yekê hatibû kirin ku bo çareserkirina kirîza Sûriyeyê yekbûna kurdan û hemû komên din li Sûriyeyê gellek giring e.

Rudaw
Top