Hêzên pêşmerge balefirekî terorîstan xistin
Hêzên pêşmerge balefirekî terorîstên DIŞIê xistin erdê.
Di vê derbarê de jêderek ji hêzên pêşmerge eşkere kir ku îro danê sibê hêzên pêşmerge li Başûrê Kerkûkê karîne balefirekî terorîstên DIŞIê yê bêpîlot ku meşxûlî keşif kirinê bûye bixin erdê.
Çavkaniya han eşkere kir ku ev balefir li se asmanê navçeya Taze diziviriya û hêzên pêşmerge jî êrîşî vê balefirê kirine û xistine erdê.
