• Thursday, 19 February 2026
logo

Operasyona Amerîkayê bo rizgarkirina 70 kurdan ji dest DAIŞê

Gulan Media October 22, 2015 Nûçe
Operasyona Amerîkayê bo rizgarkirina 70 kurdan ji dest DAIŞê
Artêşa Amerîka bo rizgarkirina girtiyên di bin destê DAIŞê de operasyonek li bakurê Iraqê pêk anî û di operasyonê de 70 girtiyên kurd ên di dest DAIŞê de hatin rizgarkirin.

Li gor nûçeyeka CNN, hêzên taybet ên Artêşa Amerîkayê duh şev operasyonek taybet bo rizgarkirina çend girtiyên di bin destê DAIŞê de pêk aniye, ku li gor agahiyan 70 kesên dîl ên di destê DAIŞê de hatine rizgarkirin.

CNNê herwiha ragihandiye, ew operasyon li navçeya Hewîceyê hatiye encamdan.

Li gor hinek îdiayan hejmarek ji kesên ku hatine rizgarkirin, pêşmerge bûne, lê belê ew îdia heya niha ji aliyê ti aliyekê ve nehatiye piştrastkirin.

Li gor hinek medyayên amerîkî di vê operasyonê de hêzeke taybet a kurdî û herwiha hêzeke iraqî jî beşdar bûne, lê belê çavkaniyekê ji Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê agahiya xwe ji operasyonek wiha ragihand.

Çavkaniyekê ji Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) ragihandiye, ku operasyon bi helîkopterên leşkerî û bo ser girtîgeheke çekdarên DAIŞê li nêzîkî navçeya Hewîceyê hatiye encamdan û di encama operasyonê de 70 girtiyên kurd hatine rizgar kirin.

Li gor çavkaniyê Pentagonê di operasyonê de hejmarek çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin û çend çekdar jî hatin girtin.

Herwiha di operasyonê de leşkerekî amerîkî jiyan axwe ji dest daye û leşkerek din jî birîndar bûye.

Rojnameya New York Timed a amerîkî jî di nûçeyekê de ragihandiye, ku Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm encamdana wê operasyonê piştrast kiriye

Rudaw
Top