Tariq Gerdî: Siyaseta Kurd serkeftî bûye
Parlementerê parlementoya Îraqê dibêje siyaseta abûrî ya Kurd serkeftî bûye.
Parlementerê parlementoya Îraqê Tariq Gerdî ku hevdem endamê komîteya petrol û gazê ya parlementoya Îraqê ye eşkere kir ku hatina heyeta hikûmeta Kurdistanê bo Bexdayê û giftûgo kirin li gel hikûmeta Bexdayê tişteke normale.
Gerdî eşkere kir ku asta hêlbirîna petrolê gelek zêde bûye û ew yek jî nîşaneya vê ye ku siyaseta abûrî bi taybetî siyaseta petrolê ya Kurdistanê serkeftî bûye.
