Hacî Osman: Girtina Mûsilê bi hêsanî nabe
Alîkarê Wezîrê Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Enwer Hacî Osman ragehand ku heta niha hikûmeta Iraqê bi awayek fermî daxwaz nekiriye ku Pêşmerge beşdarê operasyona bajarê Mûsilê û navçeya Hewîce bibe.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka Alîkarê Wezîrê Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Enwer Hacî Osman ragehand ku ji bo operasyona ser Mûsilê serkeftî be li dijî DAIŞ’ê pêwîstî bi hemahengiya artêşa Iraqê, hêzên Pêşmerge û Hevpeymanan heye. Hacî Osman got: ”Nexwe girtina Mûsilê û navçeya Hewîce jî ew hinde hêsan nabe.”
Enwer Hacî Osman diyar kir ku heta niha hikûmeta Iraqê bi awayek fermî daxwaz nekiriye ku Pêşmerge beşdarê operasyona bajarê Mûsilê û navçeya Hewîce bibe û got: ”Heger operasyona ser Mûsilê bikeve rojevê, em jî dikarin li gel Iraq û Amerîkayê hemahengiyê bikin.”
Alîkarê Wezîrê Pêşmerge daxuyand ku rola Pêşmerge û serkeftinên wî yên li hember DAIŞ’ê berçav in û ew bi plan şerê li dijî terorê dimeşînin.
Beriya niha berpirsên Wezareta Pêşmerge ragehandibûn ku ew amadene beşdarê operasyona Mûsilê bikin lê nakevne nav operasyona Hewîce.
Basnews
