• Thursday, 19 February 2026
logo

Rûsya: Ne PYD û ne jî PKK terorîst nînin

Gulan Media October 21, 2015 Nûçe
Rûsya: Ne PYD û ne jî PKK terorîst nînin
Balyozê Rûsya li Enqerê paytexta Tirkiyê dibêje ku li gor Moskowê ne PKK û ne jî PYD terorîst nînin.


Balyozê Rûsya yê li Tirkiyeyê Andre Karlov di daxuyaniyekê de ragihand, Moskow Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û ne jî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) naxe lîsteya rêxistinên terorîstî.

Andre Karlov di daxuyaniyekê de ji ajansa RIA Novosti ya welatê xwe re amaje bi wê kir ku, dîtina Rûsya weku dîtina Sekretariya Giştî ya Neteweyên Yekbuyî ye û da zanîn, ku ne PKK û ne jî PYD rêxistinên terorîstî nîn in.

Karlov got jî: Di çend rojên borî de ji aliyê wezareta derve ya Tirkiyê ve em hatin vexwendinê û Enqerê nîgeraniya xwe bo pêşkêşkirina alîkariyên serbazî û lojistî bo PYD ji aliyê Rûsyayê ve hate nîşan danê.

Balyozê Rûsya herwiha got: Min ji biradereên xwe yên Tirkiyê re ragihandiye ku, pêwendiya Mosko li gel PYD`ê heye lê tu hevkariyekî serbazî pêşkêşî wê partiyê (PYD) nekiriye.

Xendan
Top