• Thursday, 19 February 2026
logo

Sekreterê PDK-S: Nêzîkde pêşmerge diçin Rojava

Gulan Media October 20, 2015 Nûçe
Sekreterê PDK-S: Nêzîkde pêşmerge diçin Rojava


Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye, Siûd Mela ragihand ku Pêşmergeyên Rojava wê di demek nêzîk de ji bo parastina navçeyên Kurdî bikevin Rojavayê Kurdistanê.

Siûd Mela bi daxuyaniyekê ji tora Welatî re ragihandiye ku ewê tevdîrên pêwîst li gel Yekîneyên Parastina Gel YPG bigrin daku pêşmergeyên Rojava derbasî Rojava bibin û got: Mafek ji mafên wan ên rewaye û niştimanîye li hemberî gelêp xwe bo parastina axa welat.

Mela da zanîn ku pêşmergeyên Rojava ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî ENKS`ê ye û wê li gel hêzên YPG û komên artêşa azad beşdarî di şerê li dijî DAIŞ de bikin.

Teqez li wê yekê jî kir Siûd Mela got: Erkê pêşmergên Rojava eger derbasî Rojava bibin wê tenê parastina navçeyên Kurdî be û wê beşdarî di operasyonên rizgarkirina Reqa û Cerablusê de neke.

Her weha Sekreterê PDK-S amadebûna xwe bo destpêkirina diyalogê li gel Tevgera Civaka Demokratîk bo aktîvkirina peymana Duhokê û beşdarbûna di rêveberiya xweser de nîşan da.

Jêder: Welati - Xendan
Top