Jineke kurd bû endama parlamentoya Swîsreyê
Siyasetmedara kurd a bi navê Sîbel Arslan, ku sala 1980ê li Erzingana Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye, di hilbijartinên parlamentoyê yên Swîsreyê de li ser lîsteya Partiya Keskan bû endama parlamentoyê. Sîbel, sala 1991ê ligel dayîk û herdu birayên xwe koçî Swîsreyê kir.
Bavê wê 6 salan beriya wan koçî Swîsreyê kiribû. Sîbela ku hiqûq qedandiye, ji 1994ê ve endama partiya çep “BastA!“ ye. Ji 2005ê ve endama parlementoya bajarê Basel e.
Piştî biserketina wê, Aslan diyar kir ku Kurd li Tirkiyê di pêvajoyeke dijwar de derbas dibin û ewê hewl bide ku ji bo hilbijartinên azad di 1ê Mijdarê de bibe alîkar.
Di hilbijartinên yekşema borî de, partiyên rastgir li Swîsreyê pirraniya dengan bi dest xistibûn.
Rudaw
