• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Cizîrê cihê 93 sandoqên hilbijartinê tên guhertin

Gulan Media October 20, 2015 Nûçe
Li Cizîrê cihê 93 sandoqên hilbijartinê tên guhertin
Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Cizîrê biryar da ku cihê 93 sandoqên hilbijartinê yên ji bo hilbijartinên 1ê Mijdarê, li sê taxên Cizîra navçeya Şirnexê bêne guhertin.

Li gor nûçeya ajansa Anadol, Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê biryar da ku 93 sandoqên hilbijartinên yên dê li dibistanên taxa Cûdî, Nûr û Sûrê bên danîn, li dibistanên taxên din bên danîn. Lijneyê xendekên derdora dibistanan hatine vedan, berîqatên ser rêyan hatine danîn wekî sedem nîşann da û got ku ji bo welatî di qadeke aram da dengê xwe bidin divê cihê sandoqan bê guhertin.

Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Cizîrê berê bi hinceta nebûna ewlehiyê biryar dabû ku di hilbijartina 1ê mijdarê de, li taxa Cûdî, Nûr û Sûrê sandiqên hilbijartinê neyên danîn.

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) biryara lijneyên hilbijartinê yên li navçeyan red kiribû.

Basnews
Top