Dêrsim - Hêzên Tirk goristana PKKê wêran kirin!
Operasyona leşkerî ya ku ji aliyê yekîneyên artêşa Tirkiyê ve li Dêrsîmê li dijî hêzên PKKê roja 15ê Cotmehê hatibû destpêkirin, duh bi dawî hat. Di operasyona ku li newala Çemê Pilemoriyê berbelav bibû de digel hejmareke zêde ya leşkeran, helîkopter û balefirên şerî û wesayîtên zirhpoş jî beşdar bibûn.
Parêzgariya Dêrsîmê der heqê encamên operasyonê de beyanameyeke nivîskî belav kir û daxuyand ku di encama operasyona leşkerî de cenazeyên 3 gerîlayên PKKê li devera operasyonê ketiyê destê wan, herwiha cenazeyên gerîlayekî PKKê jî li Çemê Minzûrê de xeniqandî hatiye dîtin.
Parêzgariyê bal kişand ser teqîna ku li ser rêya Dêrsîm-Ezirganê li nêzîkî gundê Roşnegê li dijî wesayîta zirhpoş pêk hatibû û got ku di encama vê teqînê de 2 leşkeran canê xwe ji dest dane û 2 leşker jî birîndar bûne.
Ji pêr danê sibê ve heta duh danê nîvroyê li navenda Dêrsîmê ceyran qut bibû û xelkê bajêr şeva xwe di tariyê de derbas kir. Ji ber nebûna ceyranê li gellek taxan av jî qut bibû. Parêzgariya Dêrsîmê di daxuyaniya xwe de sedemê qutbûna ceyranê bi teqîna duh li ser rêya Dêrsîm-Ezirganê qewimî ve girê da û got ku di dema teqînê de ziyan li hêl û xeta ceyranê ketiye.
Li aliyê din goristana ku cenazeyên gerîlayên PKKê tê de hatibûn veşartin, di dema operasyona leşkerî de ji aliyê helîkopter û balefirên şerî yên dewleta Tirkiyê ve hat bombebarankirin.
Parêzgariya Dêrsîmê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de nivîsiye ku armanca êrişa hewayî ne gorr bûne, armanc avahiya ku li nav goristanê bûye ku PKKê ev bi navê “cemxane û mizgeft” çêkiribû. Di encama bombebaranê de ne tenê avahiya “cemxane û mizgeft” di heman demê de hema bigire kêlên hemû gorrên li nav goristanê hatine rûxandin.
Rêya Dêrsîm-Pilemoriye-Ezirganê ya ku ji saet 07:00ê serê sibeya 16ê Îlonê ve ji aliyê parêzgariyê ve ji hatûçoyê re hatibû daxistin, duh hat vekirin.
Rudaw
